Serokê Fransîyayê Êmanûêl Makron 1 ê sibata sala 2024 a di bersiva pirseke peyamnêrê K24ê de derbarê êrîşa mûşekî ya Îranê li ser Hewlêrê de ragihand: “Min wê demê êrîş bi tundî şermezar kir û bang li Îranê kir ku wan êrîşan rawestîne”.
Makron derbarê hevdîtina li Davosê bi serokwezîr Mesrûr Barzanî re ragihand: “Me hevdîtineke girîng pêk anîbû” tekez kir jî, Fransîya piştevanîya hukumeta Herêma Kurdistanê dike û dê her dem li Herêma Kurdistanê ji bo alîkarîya hêzên pêşmerge bimîne.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Davosê bi serokê Fransîyayê Êmanûêl Makron re civîyabû.