SerekeSîyasî

DAIŞ  yên ku ji kampan direvin li Serê Kanîyê tên bicîhkirin

Mixalefeta Sûrîyayê bi piştgirîya Tirkîyayê malbatên DAIŞ ê li bajarê Serê Kanîyê yê Rojavayê Kurdistanê bi cîh dike.

Li Serê Kanîyê û herêmên din yên Rojavayê Kurdistanê yên ku ji alîyê Tirkîyayê û grûpên çekdar ve hatine dagirkirin guhêrîna dêmografîyê bê navber berdewam dike.

Çavdêrîya mafên mirovan ya Sûrîyayê (SOHR) ragîhand ku grûpên çekdar yên “Artêşa Azad” ya ku Tirkîya piştgirîya wê dike, malbatên DAIŞ ê û endamên grûpên çekdar yên ku ji zindan û herêmên HSD ê revîyane li Serê Kanîyê bi cih dikin.

Li gorî SOHR ê, zêdetir 120 malbatên DAIŞ ê ku di nav wan de malbatên îraqî û bîyanî jî hene li Serê Kanîyê hatine bicîhkirin.

Piranîya van malbatan bi qaçaxî ji kampên Rojavayê Kurdistanê derxistin û ew bi qaçaxî derbasî herêmên dagirkirî kirine.

SOHR ê da zanîn ku ev malbatên DAIŞ ê û çekdaran li malên kurdan yên ku hatine valakirin tên bicîhkirin.

Bajarên Girê Spî û Serê Kanîyê çiriya pêşin ya sala 2019 a di encama êrîşeke artêşa Tirkîyayê de ku navê “Opêrasîyona Kanîya Aştîyê” lê hatibû kirin, ji kontrola hêzên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê hatin derxistin û hatin dagirkirin.

Ji wê roja ku Girê Sipî û Serê Kanîyê ketin bin dagirkirina artêşa Tirkîyayê û grûpên çekdar yên mixalefeta Sûrîyayê û heta niha, binpêkarîyên wekî dizî, talan, tecawûz, birîndarkirin, kuştin, revandin û îşkencekirinên li himberî kurdên wê herêmê berdewam in.

Heta niha ji alîyê rêxistinên xwecîhî û navdewletî ve bi dehan binpêkariyên li dijî xelkê sîvîl hatine tomarkirin ku ji alîyê çekdarên girêdayî Tirkîyayê ve hatine kirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button