H’emû nûçeSereke

Pêşnûmeya qanûna “Li ser netewên kêmjimar” bi nûnerên komîsîyona Vênêtîkê re hat gotûbêjkirin

Alîkarê wezîrê perwerdê, zanistîyê, çandê û werzîşê Artûr Martîrosyan rastî  endamên komîsyona Vênêtîkê û midûrîyeta giştî ya mafên mirovan û dewleta hiqûqê ya konsêya Avropayê ya bi serokatîya Vêronîka Bîlkovayê (Komara Çêxîyayê) hatîye.

Wezîreta perwerdê, zanistîyê, çandê û werzîşê ji News.am ê re daxuyand ku di hevdîtinê de li ser pêşnûmeya qanûna “Derbarê netewên kêmjimar” hatin nîqaşkirin.

Arîkarê wezîrê wezîreta perwerdê, zanistîyê, çandê û werzîşê, bixêrhatina endamên heyetê kir û destnîşan kir ku hukumeta Ermenîstanê hevkarîya bi sazîyên navneteweyî re girîng e: “Komara Ermenîstanê bi tundî hemû qanûnên navneteweyî dişopîne, di nav de mafên  netewên kêmjimar di warê perwerdê û jîyana çandî de”.

Alîyan amaje bi proseya amadekirina derheqa « Netewên kêmjimar” û beşdarîya wezîreta navxwe û pêwendîyan di wê de û pêşnîyarên pêşkêşkirî kirin. Heyeta komîsyona Vênêtîkê da zanîn ku wezîreta perwerdê û çandê beşdarî amadekirina madeya mafê perwerdehîya hûrgelên netewî bûye. Li gorî Artûr Martîrosyan, her çend ev gotar ne berfireh be jî, di çarçoveya qanûnê de girîngîya wê ya sereke heye.

Alîkarê wezîr li ser xalên takekesî yên vê gotarê, bi taybetî li ser hilbijartina zimanê xwendinê, pêşxistina bernameyên dersa, çapkirina pirtûkên dersa, rahênana mamosteyan û rêkarên wergirtina xwendina navîn û amadeyî, zanyarîyên zêde  raber kir.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button