H’emû nûçeSereke

Li ser fermana Enqerê, Bakû mesajên tevlîhev dişîne û di navbera Rûsyaye û Rojava de dilîze: pisporê navneteweyî

Daxuyanîya serokkomarê Adirbêcanê Îlham Elîyêv ku gotibû, hewcedarîya Bakûyê û Yêrêvanê bi navbeynkaran nîne, armanc jê derxistina navbeynkarîya Rûsyayê ye. Pisporê navneteweyî Şahan Gantaharyan di axaftina xwe ya bi  Radar Armenia ê re gotîye.

Li gorî Gantaharyan, Elîyêv xwe berovajî dike. Li hêlekê li ser peymanên sêalî yên meha mijdarê û li ser peymanên dualî axivî. Elîyêv bi daxuyanîyeke wiha got ku peymanên girêdayî sînor ne tenê dualî û raste-rast in, bi giştî danûstandinên aştîyê ne.

“Pêşwazîkirina Rojavayê ji peymana sînordarkirina sînor û bêdengîya Moskvayê, ez difikirim ku dê sedemên jêrîn yên pêvajoyê ronî bike”,-Gantaharyan gotîye.

Li ser vê pirsê ku ligel xebatên xêzkirina sînor, têkilîyên Rûsyayê û Adirbêcanê aktîvt bûne. Divê em li hêvîya çi geşedanan bin? Gantaharyan got ku li vir jî pêvajo ne zelal in: Fêdêrasîyona Rûsyayê wê pêvajoya xêzkirina sînoran bi bêdengî bişopîne yan jî ji bo betalkirina wê gavan bavêje?

Di cîh de piştî lihevkirina yekem ya li ser sînorkirin, Elîyêv bo Moskvayê hat vexwendin û piştra peyamên tevlîhev dan. Wî hem amaje bi sêalî ya meha mijdarê kir û hem jî got, heger Yêrêvan ne alîgirê kontrolkirina rê ji alîyê zêrevanên sînorî yên rûs ve be, divê dengê xwe bilind bike, wî herwiha behsa kontrolkirina korîdorê ya navdewletî jî kir.

“Li ser fermana Enqerê, Bakû mesajên tevlîhev dişîne û di navbera Rûsyayê û Rojava de dilîze. Pisporê navneteweyî di dawîya axaftina xwe de wiha got: “Rûsya ji bo opozîsîyona xwe ya li herêmê biparêze şer dike û ez bawer nakim li gorî şert û mercên heyî li dijî Adirbêcanê gavan bavêje”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button