H’emû nûçeSereke

Tevî qedexeya tam ya bazirganîyê jî, Tirkîya nefta Adirbêcanê dide Îsrayêlê

Li bendera Cêyhanê ya Tirkîyayê li Deryaya Navîn, tevî ku Tirkîyayê  2 ê gulanê de bi temamî qedexekirina bazirganîyê bi Îsrayêlê re ragîhand, pêtrola Adirbêcanê hê jî li tankerên ku ber bi Îsrayêlê ve diçin, tê barkirin. Intellinews dinivîse ku Globes li ser vê yekê ji çavkanîyên xwe yên Îsrayêlî agahdar dike.

Azerbaycana ku hevalbendeke nêz ya Tirkîyayê ye, bi Îsrayêlê re têkilîyên qewîn hene. Ew dabînkerê girîng yê pêtrolê ye ji Îsrayêlê re. Nefta rêzêrvên behra Kaspîyê bi rêya borîya Bekû-Tibîlîsî-Cêyhanê digihêje îskela Cêyhanê û ji wir bi tankêra ber bi Hayfayê ve diherikin.

Di meha çile de Îsrayêlê kirêrê sereke yê pêtrola Adirbêcanê bû û 523 hezar û 500 tonn sotemenî bi nirxê giştî 297 mîlyon dolar îtxal kir. Dabînkerên din yên girîng yên pêtrolê ji Îsrayêlê re Qazaxistan û Nîgêrya ne.

Bazirganîya di navbera Îsrayêlê û Tirkîyayê de salane bi qasî 6,2 mîlyard dolar e û li gorî byûroya navendî ya îstatîstîkê ya Îsrayêlê îxracata Tirkîyayê jî bi qasî 4,6 mîlyard dolar e.

Îsrayêl di sala 2023 a de ji 2,1 selef îxracata Tirkîyayê bû bazara îxracata herî mezin ya Tirkîyayê ya 13 emîn. Berhemên neftê di nav hinardekirina Îsrayêlê bo Tirkîyayê de ne.Meha nîsanê de, rojane derdora 11 hezar bermîl bênzîn û mazot ji bo benderên Tirkîyayê dihat hinartin.

Hinardekarên tirk ku ji daxuyanîya Enqereyê ya ji bo qerimandina bazirganîya bi Îsrayêlê re matmayî man, hewl didin ku kelûpelên xwe bi rêya welatên sêyemîn bişînin Îsrayêlê.

Bîr bînin, wezîreta bazirganîyê ya Tirkîyayê  2 ê gulanê  ragihandibû ku Enqere hemû hinardekirin û hinardekirina Îsrayêlê rawestîne. Serokkomarê vî welatî Recep Tayîp Êrdogan jî ragihand ku di geşedanên di navbera Îsrayêlê û Felestînê de tiştek nayê qebûlkirin û heta niha 40-45 hezar felestînî bi awayekî hovane kuştine.

 “Em wek misliman ne mimkûn e ku em li kêlekê bisekinin û ji kêlekê temaşe bikin. Em îdî li bendê nebûn, me gavên xwe avêtin. Qebareya bazirganîya di navbera me de 9,5 mîlyar dolar bû. Me ev derî girtîye”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button