Sîyasî

Ner’azîbûna k’atibê ŞAY-yî dewletê

K’atibê ŞAY-yî dewletê Mayk Pompêyo girêdayî wê yekêr’a,wekî T’irk’îyaê komplêk’sên  S-4OO ji R’ûsîyaê k’ir’îne, ner’azîbûna xwe e’lam kirîye. Pompêyo derheqa wê yekêda wextê xeberdana bi têlêfonê, ya t’evî wezîrê T’irk’îyaêyî k’arên der Mêvlût Çaûşog’lû gotîye.Waşîngtonê cêr’iband îzinê nede ku T’irk’îya wan r’okêta bik’ir’e û gef xwerin, ku wê sanksîya hindava T’irk’îyaê pêşda bik’işîne.R’oja pêncşemê hinek kongrêsmênên ji partîyaên R’êspûblîkîyê û Dêmokratîyê bangî T’ramp kirin, ku sanksîyaên dijî Enqerê pêşda bik’işînin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button