Sîyasî

Qewatên Sûrîyaêye Dêmokratîk hazirin dijî qewatên T’irk’îyaê ber xwe bidin

Qewatên Sûrîyaêye Dêmokratîk hazirin dijî qewatên T’irk’îyaê ber xwe bidin, eger Enqere şêr’ dijî wan destpêke. Derheqa wê yekêda gênêral Me’zlûm K’obanî gotîye. “ K’enarê ç’emê Firatî r’ohiltê û E’frîn mînanî hev nînin. Li vir nikarin wê yekê biwek’lînin, çi ku li E’frînê qewimî.Emê îzina vê yekê nedin”,-fermandar gotîye. “ Me hindava E’frînêda qirara stratêgî qebûl kiribû û me nexwest şer’k’arîyê bidine berfirekirinê”,- ewî gotîye. Bi gotina K’obanî, seroketîya qewatên Sûrîyaêye Dêmokratîk gotîye koalîsîona navnet’ewî,wekî ewê li ber her êrîşeke t’irka ber xwe bidin.Ewî gotîye,wekî şer’ê wî cûr’eyî Sûrîyaê duem pêşda bîne û wê h’etanî wî çaxî berdewam bike, h’etanî ku T’irk’îya dûrnek’eve.Wî çaxî jî qewatên Sûrîyaêye Dêmokratîk wê şer’k’arîya dijî DAÎŞ-ê bidine sekinandinê û xwe ji T’irk’îyaê bip’arêzin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button