Sîyasî

Girtina meriva

Qewatên Sûrîaêye Dêmokratîk, yên ku ji lîyê ŞAY-da  tên piştgirtinê, ew meriv girtine, yên ku r’okêt berdane li ser têrîtorîya T’irk’îyaê, r’ûê çida pênc meriv birîndar bûne. K’atibê prêssyaê  Mistefa Balî, yê qewatên Sûrîyaêye Dêmokratîk pêşda nivîsîbû,wekî ji alîyê têrîtorîya wanda r’okêt hatîye berdanê. Wezîreta T’irk’îyaêye p’arastinê e’lam kirîye,wekî ew r’okêt êvarê dereng hatîye berdanê.Hatîye dîyarkirinê,wekî merivê ku bin şikberîyêda bûye, hatîye girtinê.Hatîye dîyarkirinê,wekî ew r’okêt ji alîyê Serê Kanîyêda, li  provînsîya H’esekê hatîye berdanê.Wek’îlê qewatên Sûrîaêye Dêmokratîk gotîye,wekî eva gaveke provokasîone, ya ku ji alîyê merivê nee’yanda hatîye mîyaserkirinê, bona ku zyanê bighînine qewînbûna r’êgîonê.

               

Zêdetir nîşan bide
Back to top button