Sîyasî

Kuştina çar ç’ekdarên DAÎŞ-ê

Nava encamên opêrasîona qewatên pêşmergaye li Şengalê çar ç’ekdarên DAÎŞ-ê hatine kuştinê. Fermandarê qewatên pêşmergaye li Şengalê Qasim Şeşo gotîye, wekî endamên DAÎŞ-ê cêr’ibandine ji gundekî derbazî gundekî mayîn bibin, lê qewatên pêşmerga û Êzdîxanê  pêşîya wan girtine. Wextê opêrasîona bi serk’arîya Heydar Şeşo çar cîhadîst hatine kuştinê, lê duda jî xwe t’eqandine. Nava qewatên pêşmerga û  Êdîxanêda zyank’êş t’unene.Nava 24 seh’etên dawîda DAÎŞ-ê kirinên têr’orîstî li neh’îyên Nînêvîyaê û Dîyalê mîyaser kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button