SerekeSîyasî

R’asthatina wezîrên Ermenîstanê û Gurcistanê

R’asthatina wezîrê Ermenîstanêyî k’arên der Zohrab Mnasakanyan û wezîrê Gurcistanêyî k’arên der Davît’ Zalkalyanî 24-ê tîrmehê derbaz bûye,wextê k’îjanê fikirên dora pirsên cûr’e-cûr’e, yên derheqa bêqezîyabûna r’êgîonêda hatine p’evguhar’tinê.Zohrab Mnasakanyan derheqa vê yekêda piştî r’asthatinê bi e’lmetîyêva pêşda hatîye. “Mixabin, li r’êgîonê hela hê de’w û dozên neh’elkirî hene.Me îzbat kir,wekî de’w û doz gerekê bi r’îya e’dil bêne qeydekirinê û her de’w û dozek cudaye”,-Mnasakanyan gotîye.Ewî gotîye,wekî herdu alî bi heleqetîyên dualîye bi dînamîka bilindva r’azîne.Seroketîyên herdu welata her dem nava p’êwendîyadanin û hazirin wan heleqetîya boy berjewandîyên herdu cime’ta, qewînbûna r’êgîonê û bêqezîyabûnê pêşda bibin. 

Zêdetir nîşan bide
Back to top button