Sîyasî

Serokê K’irkûkêyî berê Necmedîn K’erîm li ser navnîşa hilbijartina dixebite

Serokê K’irkûkêyî berê Necmedîn K’erîm li ser navnîşa hilbijartina dixebite, yên ku gerekê li provînsîya K’irkûkê derbazbin.Duşema derbazbûyî parlamênta Îraqê çawa we’dê derbazkirina hilbijartina, nîsana sala 2O2O-î k’ifş kir. Necmedîn K’erîm gotîye,wekî navnîşa hilbijartina tê hazirkirinê, t’evî k’îjana wê bibin h’emû frak’sîya û miletên li K’irkûkê. “Navnîş wê ji şêwira K’irkûkêye provînsîyal serbestbe”,- ewî gotîye.Nava navnîşa nihada frak’sîyaên bi serk’arîya partîya K’urdistanêye Dêmokratîk û Yektîya Niştîmanên K’urdistanêne.Ewî usa jî gotîye,wekî bona derbazkirina hilbijartinên zelal lazime ku h’alê li K’irkûkê bidine normalkirinê, pirsgirêka h’elkin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button