Cîhan
E’lametîya serekwezîrê Brîtanîyaêyî nû
Serekwezîrê Brîtanîyaêyî nû Borîs Conson e’lam kirîye,wekî ew xwe h’esab dike çawa dostê h’emû Îraqîya, nava wanda usa jî k’urda.Wezîrê Brîtanîyaêyî k’arên derî berê û serokbajar’ê Londonêyî berê derheqa wê yekêd wextê r’asthatina t’evî serokê Îraqê Berhem Salih’ gotîye. Vir çendekî pêşda serokê K’urdistanê Nêç’îrvan Barzanî Conson pîroz kiribû û guman e’lam kiribû,wekî p’êwendîyên Hewilêrê û Londonê wextê serk’arîkirina Conson wê diha qewînbin.