Civak

R’aberkirina proêkta qanûnê

Du endamên k’urde nava Şêwira Îraqêye wek’îlada proêkta qanûnê r’aber kirine, ya ku derheqa sazkirina şêwira Îraqêye fêdêraldane.Parlamêntvan Meh’med Şekir wextê prêss-konfêransê gotîye,wekî xala konstîtûsîya Îraqêye 48-a zelal dide k’ifşê,wekî parlamênt ji şêwira wek’îla û şêwira fêdêrale. Feqet ji sala 2OO3-da li Îraqê parlamênt t’enê ji şêwira wek’îlaye, çimkî bi me’nîyên cûr’e- cûr’e, usa jî r’ûê krîzîsa sîyasîda ew pirs usa maye.Bi gotina wî Şêwira fêdêral wê bibe mîna Sênatê, çawa ku li welatên başqe-başqedaye. R’êbwar Tahayê parlamêntvan jî gotîye,wekî wana du meh li ser proêkta qanûnê xerc kirine û niha jî şandine komîtêya h’iqûqî, bona ku paşê  dengdayînê r’aberkin

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button