Sport

Hilk’işandina alpînîstên k’urd li ser ç’îyaê Asîya Navîne here bilind

Alpînîstên k’urd, yên ji Hewilêrê û Silêmanîyê hilk’işîyayne li ser ç’îyaê Asîya Navîne here bilind, bilindaya k’îjanî  7134 mêtre. Nava dewleta Sovêtêye berêda eva bilindcîyekî k’ifş bû, yê ku li ser sînorê Qirqizstanê û Tacîktsanêye. Ew  bilindcî ser navê Lênîne. Alpînîstên k’urd Hevjîn Meh’med û Arî Osman li ser ç’îyê bi fir’naxbûn ala K’urdistanê bilind kirine. Bi gotina wana nava k’urdên ji K’urdistana Başûrda ew yên e’wlinin, ku gihîştine wê bilindayê û hilk’işandina li ser wî ç’îyayî gelekî çetin bûye, çimkî berf gelek bûye û hewa t’êrê nekirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button