Civak

T’evbûna parlamêntvana T’irk’îyaêye ji partîya Dêmokrasîya Gela li civîna Stokholmê

Parlamêntvana T’irk’îyaêye ji partîya Dêmokrasîya Gela, ya e’silê xweda k’urde ji bajar’ê Sêrtê, Meral Daniş Bêşt’aş li Stokholmê t’evî civîna p’êşk’êşî k’omkujîya asorîya bûye. Pêşîya civînê li Şvêdîyaê ew r’astî cêrge t’eşkîletên asorîya hatîye, wextê k’îjanê derheqa k’omkujîya Ermenîda xeberdaye û derheqa sîyasîya seroketîya t’irkada daye dîyarkirinê. “Pirsa k’omkujîya sala 1915-a heye û gerekê t’evî wê r’û bi r’û bisekinin, bicêr’ibînin h’elkin. Qet’ilkirinên Dêrsimê û cêrge qet’ilkirinên mayîn hene. R’û bi r’û sekinandin wê emekê mezin bike nava k’arê h’elkirinê”,- parlamêntvanê gotîye. Paşê ewê derheqa pirsgirêka k’urde li T’irk’îyaê  xeberdaye û gotîye,wekî seroketîya t’irka h’etanî niha sîyasîya miletçîtîyêye hindava k’urdada berdewam dike. “Hûn h’etanî niha qedexê datînin li ser zimanê k’urdî. H’etanî niha mecal t’une, ku xwendina bi zimanê dayîkê bistînin. H’evt partîya hatine girtinê. Dewlet gerekê t’evî pirsên ayîna dîn nebe. Dînê dewletê t’une, li T’irk’îyaê t’enê fe’mdarîya welatvanîyê tiştê qebûlkirinêye. Eger tu t’irkî, sunîyî, musulmanî û mêrî, dêmek tu têyî qebûlkirinê, lê eger tu k’urdî, ermenîyî, asorîyî û jinî, tu naêyî qebûlkirinê”,- parlamêntvana k’urd gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button