Civak

Piştgirîya h’ukumata Herêma K’urdistanêye nû

H’ukumata Herêma K’urdistanêye nû wê piştgirîyê bide, ku bona învêstîsîyaên bîyanî atmosifêra diha milahîm sazbe, bona wana, yên ku dixwezin bik’evine nava sûkên Herêma K’urdistanê.Derheqa wê yekêda serekwezîrê K’urdistanê Me’srûr Barzanî wextê r’asthatina t’evî baylozê Şrî-Lankaêyî li Îraqê gotîye. Baylozê Şrî- Lankayê girêdayî sazbûna kabînêta nûr’a Barzanî pîroz kirîye û derheqa girîngîya qewînkirina heleqetîyên dualîda daye dîyarkirinê. Dîplomatê bîyanî derheqa h’ewask’arîya welatê xweye bona învêstîsîyaên nava Herêma K’urdistanêda daye dîyarkirinê û derheqa t’evbûna xweye t’evî e’ydbazara Hewilêrêye navnet’ewî xeberdaye, li k’îderê ewê xurekên Şrî -Lankayê r’aberî K’urdistanê bikin. Kabînêta wezîraye nû têr’a divîne cêrge r’êformên berbiç’e’v mîyaserke.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button