SerekeSîyasî

R’asthatina wezîrê Ermenîstanêyî k’arên der

19-ê tîrmehê wezîrê Ermenîstanêyî k’arên der Zohrab Mnasakanyan li Waşîngtonê r’astî xebatk’arê fonda “Marşalê Almanî” Conat’an K’as hatîye û pirsên sîyasîya Ermenîstanêye der gotûbêj kirine.Mnasakanyan pirsên girînge nava heleqetîyên t’evî Avropayê û ŞAY gotûbêj kirine û  usa jî caba çend pirsa daye.Çawa caba wê pirsê, ku h’ukumê şorişa sala 2O18-aye li ser sîyasîya Ermenîstanêye der k’îjane, bi t’aybetî hindava R’ûsîyaê û ŞAY û Yektîya Avropayê, Mnasakanyan gotîye: “Pirsa li pêşîya me girîng ew yeke, ku em bidine zelalkirinê, ku şoriş t’enê ya Ermenîstanê bû û prsa hundur’ bû. Pirsgirêk qewînkirina dêmokratîyaê bû. Sîyasîya Ermenîstanêye der gelekî fesal hatîye çêkirinê, bona heleqetîyên t’evî hevk’arên me- R’ûsîyaê, Yektîya Avropayê û ŞAY yekbûyîbin”.Çi ku derheqa kêmbûna h’alê sertî di navbera R’ûsîyaê û ŞAY-dane û nava wê pirsêda jî r’ola Ermenîstanê, Mnasakanyan gotîye,wekî Ermenîstan h’ewask’are ku ew h’alê sert kêmbe û ew yek dikare alî qewînbûna li r’êgîonê bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button