Pirsa mîyaserkirina qewata qaylnivîsara hevk’arîya di navbera K’omara Ermenîstanê û Yektîya Avropayêda diha gelekî ya têxnîkîye.Derheqa wê yekêda wextê hevp’eyvîna t’evî lêk’olînerê fonda Marşalî Conat’an Kas, wezîrê Ermenîstanêyî k’arên der Zohrab Mnasakanyan gotîye. “Ev qayîlnivîsara girîng dîyaloga sîyasî û êkonomîkî, usa jî hevk’arîya t’evî Yektîya Avropayê qewîn dike. Pirsa mîyaserkirina qayîlnivîsarê diha gelekî ya têxnîkîye, çimkî mêxanîzma anegor heye û ew yek we’deva girêdaîye.Me xerîta r’ê daye koordînasîyakirinê û hevr’qayîlkirinê”,- wezîr gotîye. Ewî daye dîyarkirinê,wekî ew qayîlnivîsar h’îmê h’iqûqîyî nûye, bi k’îjanê Ermenîstan boy k’ara cime’ta ermenî hevk’arîya t’evî Yektîya Avropayê berdewam dike. “Qayîlnivîsar dokûmênte, ya ku girêdaîye gelek govekar’a. Dik’evine nava wê qayîlnivîsarê govekên transportê, ênêrgêtîkayê, k’ir’în- frotanê û malhebûnê, çandê, p’erwerdê û govekên mayîn”,-Zohrab Mnasakanyan gotîye.
Gotarên eynî
Herwiha kontr’ol bike
Close - Li Arsaxê her roj şaristanîya cîhanê tê tunekirin /wêne/19.04.2024, 15:45