Sîyasî
Banga wezîrê T’irk’îyaêyî k’arên der
Wezîrê T’irk’îyaêyî k’arên der Mêvlût Çaûşog’lû r’oja duşemê bangî Waşîngtonê kirîye, ku t’erka piştgirîya k’urdên Sûrîyaê bide.R’oja duşemê r’asthatina doranên leşkerî, yên T’irk’îyaê û ŞAY derbaz bûye, ya ku p’êşk’êşî sazkirina zona bêqezîyabûnêye li bakûrê Sûrîyaê kiribûn.Waşîngton piştgirîya k’omên li Sûrîyaê kirîye, yên ku dijî DAÎŞ-ê şer’ dikin. T’irk’îya k’omên hêzên p’arastina gel h’esab dike çawa p’areke PKK-ê.