Li p’ayt’extê Arsaxê-Stêp’anakêrtê lîstikên h’emermenî wê li ser dereca here bilind bên derbazkirinê.Derheqa wê yekêda li meydana Stêp’anakêrtê serokê Arsaxê Bako Sahakyan wextê xeberdana xwe gotîye. Bi dîyarkirina wê yekê,wekî çend sal pêşda cime’ta Arsaxê r’abû ser p’îya û e’lamî dinîyaê kirin,wekî ewê p’êpeskirina qedirê miletîyê qebûl nekin, Bako Sahakyan gotîye: “Bi yektîya Ermenîstan-Arsax-Dîyaspora me birînên wextê şêr’ stendî alt’ kirine û êtapa qewînr’a derbaz bûne. Îro ez e’lam dikim,wekî Arsax hazire p’ara mîsîya xwe mîyaserke. R’îya meye bijartî paşda venager’e. Emê li peyî pirs û xiyalên xwe her’in, bona naskirina Arsaxêye navnet’ewî xebata mîyaserkin û nêzîkî xiyala xwebin”.
Gotarên eynî
Ji alîyê Adirbêcanê ve ragîhandina Şûşîyê wek paytexta ciwanan ya teşkîleta hevkarîya Îslamî, berovajîkirina dîrokê ye: fonda “Gexard”
23.04.2024, 19:25
Mûzêy-înstîtûta komkujîya Ermenîyan tundîya li dijî ermenîyên Arsaxê ji alîyê Adirbêcanê ve bi kûrahî lêkolîn dike
23.04.2024, 18:30
Herwiha kontr’ol bike
Close