CîhanSereke

Nîkol P’aşînyan şeş xalên konsênsûsa h’emermenî r’aber kirine

Nava r’ûp’elê xweyî fêysbûkêda Nîkol P’aşînyanê serekwezîr şeş xalên konsênsûsa h’emermenî r’aber kirine. “Ya e’wlin ewe, ku gerekê nava pirsên ermenîda zordarî neyê xebitandinê. Ya duda ewe, wekî cime’t û xwestina wêye aza kanîya sazkirina seroketîyêye.Her cêr’ibandineke t’evhevkirina vê yekê wê çawa şuxulk’arîya dijî miletîyê bê h’esabê.Vî alîda hema derbazkirina hilbijartinên Arsaxêye seroketîyê û parlamêntîyê gerekê aza bên derbazkirinê. Ya sisîya ewe, wekî xweserk’arîkirina cime’tên Ermenîstanê û Arsaxê qîmetîya here bilinde û  h’emû qewatên mayîn, yên ku wê bicêr’ibînin ku xwe çawa bona berjewandîyên başqe r’aberkin, wê r’astî h’ukumê h’ukumatêyî berk’ bên. Ya çara ewe,wekî Ermenîstan û Arsax gerekê ji kor’ûpsîyaê, r’uşetxwerinê dûr bimînin. Ya pênca  qewata maf û qanûnê, û wekehevtîya h’emîyaye, li ber qanûnê gerekê bibe pirsa heleqetîyên miletîêye girîng.Ya şeşa ewe,wekî meremê şuxulk’arîya h’elkirina pirsgirêka Arsaxê gerekê bibe p’arastina xweqirarbûn û bêqezîyabûna Arsaxê”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button