CîhanSereke

Em sazbûna Yektîya Avrasîyaêye êkonomîkîye fînansîye t’omerî bi cûr’ekî başqe girîng h’esab dikin:N.P’aşînyan

Em îzbatbûna qirara derheqa bacên gumirakaye di navbera Yektîya Avrasîyaêye êkonomîkîda girîng h’esab dikin. Eva îdî we’dekî dirêje, ku ev pirsa nava t’eşkîleta meda tê gotûbêjkirinê û pêwîste, ku pirsê lez h’elkin. Derheqa wê yekêda wextê civîna Avrasîyaêye ort’eh’ukumatîyê, Nîkol P’aşînyanê serekwezîr gotîye. “Ez wê yekê pêwîst h’esab dikim bidime dîyarkirinê,wekî welatên yektîyê  t’omerî hildayî qayîlin, ku dijwarîyên nava wê govekêda ji ort’ê bên hildanê. Bona Ermenîstanê ew alîkî girînge û ew yek mecaleke berfireye, ku eşîya derxine sûkên Yektîya Avrasîyaêye êkonomîkî”,- serekwezîrê Ermenîstanê gotîye û serda zêde kirîye: “Em girîngîyê didine sazbûna sûka fînansîye t’omerî, k’îjana gerekê ji sala 2O2O-da qewatê bistîne”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button