Aborî
Li Ermenîstanê berne’ma çêkirina stanîyaên hewêye bi qewata 12O mêgovatî destpê bûye
Bi meremê pêşxistina ênêrgêtîka ku tê dasekinandinê, xebatên hazirkirina berne’ma nû, yên ênêrgêtîka te’vê t’evî banka Avropî destpê dibe.Têr’a tê dîtinê, li pênc cîya stansîyaên te’vêye bi qewata 12O mêgovatî çê bikin.Derheqa wê yekêda cîgirê serekwezîrê Ermenîstanê Tîgran Avînyan r’ûp’elê xweyî fêysbûkêda nivîsîye. “H’ukumata Ermenîstanê gava bi sirê anegorî berne’ma pêşdak’işandî davêje. Bi meremê hazirkirina berne’mê, leca e’lamkirî destpê bûye”,-Avînyan nivîsîye.