Sîyasî

T’irk’îya ç’ekdarên Sûrîyaê bona şer’k’arîya dijî k’urda hazir dike

T’irk’îyaê bi h’ezara ç’ekdarên sûrîyanî anîye li ser wê qirarê, ku bona şer’k’arîya dijî k’urda, t’ifaqdarên ŞAY, qewatên Sûrîaêye Dêmokratîk, destpêkin, lê ne ku dijî r’êjîma Sûrîyaê şer’ bikin. Bi vî cûr’eyî Enqere êrîşa xweye plankirî hazir dike. Derheqa wê yekêda r’ojne’ma “Cêrûsalêm post”-ê nivîsîye.Enqerê sala par e’lam kiribû,wekî ewê Sûrîya r’ohilatê paşda veger’îne destê wa gotî “xweyê wêyî r’ast”.T’irk’îya gumane,wekî 7OO h’ezar mihacirên Sûrîyaê paşda veger’îne li wan neh’îyên nêzîkî sînor, ku zona bêqezîyabûnê sazke.Bi gotina xudanê miqalê, niha 33O-î h’ezar sûryanî veger’îyane li wan neh’îya, yên ku bin kontrola leşkerên t’irkadanin, lê bi wê yekêva t’evayî nêzîkî 15O-î h’ezar k’urdên Sûrîyaê ji E’frînê çûne.Bo wê yekê jî T’irk’îya bangî wan sûrîyana dike, ku dijî hêzên p’arastina gel şer’k’arîyê bikin.Nêzîkî 14 h’ezar ç’ekdarên Sûrîyaê hazirin piştgirîyê bidine qewatên t’irka.Xudanê miqalê usa jî nivîsîye,wekî Damişq bi wî cûr’eyî dinihêr’e,wekî zûtirekê ç’ekdarên sûrîyanî û qewatên Sûrîyaêye Dêmokratîk wê bi hevr’a şer’kin û hev bidine t’unekirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button