Çand

Li Dihokê fîstîvala sînêmayêye h’evtaye navnet’ewî wê derbazbe

Ji neha h’etanî 16-ê îlonê li Dihokê fêstîvala sînêmaêye navnet’ewî wê derbazbe, t’evî k’îjanê wê bibin şuxulk’arên sînêmayêye k’urd û bîyanî.Wextê fêstîvalê fîlmên k’urdî, e’rebî û bîyanî wê bêne r’aberkirinê. Serwêrê fêstîvalê Şowk’at Amên gotîye,wekî hazirîyên fêstîvalê îdî destpê bûne û wextê fêstîvalê wê fîlmên dokmêntale we’dedirêj û we’dekurt bêne r’aberkirinê.2O-ê t’ebaxê  derheqa xelatkirina fîlmada wê bê e’lamkirinê. Ev fêstîval hersal li K’urdistanê, li bajar’ê Dihokê tê derbazkirinê.Kanala K’urdistan 24  mêdîya-sponsêra vê fêstîvalêye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button