Sîyasî
Şiroçî: ŞAY dixweze,wekî eskerên t’irka nek’evine bajar’ên k’urdaye nava zona bêqezîyabûnêda
ŞAY e’lam kirîye,wekî eskerên t’irka gerekê nek’evine li wan bajar’a, yên ku dik’evine nava zona bêqezîyabûnê. T’irk’îya û ŞAY h’evtîya derbazbûyî derheqa sazkirina zona bêqezîyabûnêye li bakûr-r’ohilatê Sûrîyaê p’evk’etine û dêlêgasîya ŞAY bo wê yekê hatibû T’irk’îyaê ku bi hûrgilî wê yekê gotûbêj bikin. T’irk’îya dibêje,wekî qewatên k’urdaye li Sûrîyaê p’areke PKK-ne, ya ku ji alîyê T’irk’îyaêda nayê qebûlkirinê. ŞAY zona bêqezîyabûnêye li wir pêşnîyar kirîye. T’irk’îyaê dixwest ku ew bi k’ûraya 32 kîlomêtra nava wê zonayêdabe, lê ŞAY wê yekê naxweze.