SerekeSîyasî

Serokê K’urdistanê kirina têr’orîstîye li Qamişloyê gunek’ar kirîye

Serokê K’urdistanê kirina têr’orîstîye r’oja yekşemêye li bajar’ê Sûrîyaêyî k’urdayî Qamişloyê gunek’ar kirîye. Çawa ku me dabû dîyarkirinê, li neh’yîke Arbavîyaê, nava encamê t’eqînêda merivek hatibû kuştinê, dudu jî birîndar bibûn. Anegorî înformasîyaên dawîyêye stendî, cabdarîya wê kirinê DAÎŞ-ê hildaye ser xwe. “Em kirina têr’orîstîye li bajar’ê Qamişloyê, r’ûê k’îjanêda merivek hatîye kuştinê û zyank’êş hene, gunek’ar dikin.Em usa jî serxweşîyê didine malbetên şih’îda û birîndar’a jî qencbûna lez dixwezin”,- nava e’lametîya serokê K’urdistanêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button