SerekeSîyasî

Yektîya Avropayê girêdayî wê yekêr’a, ku li K’urdistana Bakûr serokbajar’ hatine guhar’tinê, ner’ih’etîya xwe e’lam kirîye

Guhar’tina sê serokbajar’ên li başûr-r’ohilatê T’irk’îyaê ner’ih’etî pêşda anîye, çimkî qedirgirtina encamên hilbijartinên dêmokratîk dik’eve bin pirsê. Derheqa wê yekêda nava e’lametîya Yektîya Avropayêda hatîye gotinê. Em bêjin,wekî wezîreta T’irk’îyaêye k’arên hundur’ derheqa derxistina sê serokbajar’a-yên Wanê, Dîyarbek’irê û Mêrdînê e’lam kirîye û ew gunek’ar kirine, ku heleqetîyên wane t’evî PKK-ê hene.Hatîye r’agîhandinê,wekî navên wan meriva hatine e’lamkirinê û t’evî wana 418 meriv li 29 provînsîyaên t’irka hatine girtinê. Nava e’lametîya Yektîya Avropayêda hatîye dîyarkirinê,wekî girtina şuxulk’arên sîyasîye cî û k’ifşkirina merivên xwe zyanê dighîne dêmokratîya cî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button