Sîyasî

Dêlêgasîya parlamênta K’urdistanê wê her’e Beg’dayê, ku pirsgirêkên têrîtorîyaên hevr’aqayîlnekirî gotûbêj bike

Dêlêgasîya parlamênta K’urdistanê wê bona pirsgirêkên têrîtorîyaên K’urdistanêye ji bin serk’arîkirina  h’ukumata herêmê der, her’e Beg’dayê. Ji sala 2O17-da h’ukumata Îraqê K’irkûkê û gelek neh’îyên k’urdaye mayîn kontrol dike û ew cî ji alîyê ç’ekdarên DAÎŞ-da tên êrîşkirinê.Komîtêya parlamênta K’urdistanêye pirsên neh’îyên k’urda civîn derbaz kirîye. Niha komîtê têr’a divîne li Mexmûrê, Sincarê û r’asta Nînêvîyaê biqeside. Peyî wê yekêr’a dêlêgasîyaê her’e Beg’dayê û wê r’aportê r’aberî parlamênta Îraqê bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button