SerekeSîyasî

Adirbêcan dîsa çawa qezîya bona heyîna cime’ta Arsaxê dimîne

Cêr’ibandinên  Adirbêcanêye  bona t’er’ibandina balansa leşkerî-sîyasî yên ku h’etanî r’oja îroyîn bi xebitandina qewatêva hatine dîyarkirinê, bona bêqezîyabûn û aşîtîya r’êgîonê qezîyane. Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî k’arên der Zohrab Mnasakanyan wextê berevbûna serk’arên wek’îltîyên dîplomatîyêye li welatên der û aparata wezîreta k’arên dere merk’ezî gotîye. “Ermenîstan ji t’abîyên bona h’elkirina pirsgirêka Qerebag’êye bi r’îya e’dil pêşda tê, lê nikare qezîyaên  xebitandina qewatêye ji alîyê Adirbêcanêda, yên eşkere û veşartî, qebûlke. Ce’dandnên Adirbêcanêye bona derbazkirina hevr’axeberdanaye nava qewilên sertda bona sazbûna atmosifêra aşîtîyê dijwarîya pêşda tînin û alî h’elkirina pirsgirêkê nakin.Adirbêcan, bi sîyasîya xweye dijî ermenîya, dîsa çawa qezîya bona heyîna cime’ta Arsaxê dimîne. R’êke aşîtîyêye başqe t’une û Ermenîstan t’evî Arsaxê dikare aşîtîyê bide ç’areserkirinê”,-Mnasakanyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button