Sîyasî

Nava çar salada li qamp’ên Dihokê ji 2O h’ezarî zêdetir zar’ok hatine dinîyaê

Seroketîya K’urdistana Îraqê e’lam kirîye,wekî li qamp’ên mihaciraye li provînsîya Dihokê nava çar salada 2678 zar’ok hatine dinîyaê. Piştî pêşdahatina DAÎŞ-ye li Sûrîyaê û Îraqê nêzîkî du mîlîon mihacirên ji Sûrîyaê û cîyên mayîn hatine K’urdistanê. Nenihêr’î wê yekê,wekî hatîye e’lamkirinê, ku DAÎŞ bin k’etîye, dîsa mîlîonek 4OO h’ezar mihacir li K’urdistanê mane. Ew ditirsin paşda veger’ine malên xwe, çimkî ç’ekdarên DAÎŞ-ye xweveşartî hela hê aktîvin. Hatîye r’agîhandinê,wekî ji sala 2O14-a h’etanî sala 2O19-a deh h’ezar 3O6 keç’ û deh h’ezar 372 kur’ hatine dinîyaê. Niha li qamp’ên Dihokê 79 h’ezar 783 zar’ok dijîn, e’mirê k’îjana nagihîje 18-salîyê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button