Sîyasî

T’anêr Ak’çam: qirara e’wlin ya derheqa qet’ilkirina ermenîya yekê k’anûna sala 1914-a hatîye qebûlkirinê

K’omkujîzanê t’irkî e’yan, T’anêr Ak’çam nava miqala xweda derheqa dokûmênteke arxîvên T’irk’îyaêda nivîsîye, k’îjanêda hatîye dîyarkirinê, wekî pêwîste pêşda ermenîya bigrin û wana sirgûnî li Bît’lîsê bikin û wir qet’ilkin. Ew qirar ne t’enê hindava mêra, lê usa jî hindava jina û zar’okada hate mîyaserkirinê.T’anêr Ak’çam dide dîyarkirinê,wekî qirarên dawî 15-ê sibata sala 1915-a û sisê adarê hatine qebûlkirinê. Ak’çam dibêje,wekî derheqa wan qirarada endamekî komîtêya partîya “Yekîtî û pêşdaçûyîn”-ê Bêhadîn Şekir şe’detî daye. Ev h’emû dokûmênt û şe’detî wê t’êza T’irk’îyaêye r’esmî didine hêç’kirinê, bi k’îjanê dibêjin,wekî  giva dijî ermenîya t’u cara tiştên  wî cûr’eyî nehatine progiramkirinê. 

Zêdetir nîşan bide
Back to top button