AborîSereke

Wezîrê Ermenîstanêyî êkonomîkayê gavên bona pêşxistina zêdaya êkonomîkî r’aber kirine

Êkonomîka Ermenîstanê biç’ûke û t’enê bi qewata êkonomîkaêye hundur’ em nikarin pêşxistina dirêj û qewîn bidine ç’areserkirinê. Derheqa wê yekêda wextê berevbûna serk’arên wek’îltîyên dîplomatîk, wezîrê Ermenîstaêyî êkonomîkayê Tîgran Xaçatryan gotîye û serda zêde kirîye: “Lazime hevk’arîya usa t’evî welatên başqe îzbatkin, ya ku îzinê dide li welatên dost, yan jî li ser t’opraxên êkonomîkîye t’evayî eşîya û qulixdarîyên Ermenîstanê r’aberkin.Zona Avrasîyaêye êkonomîkî bona me girînge û bi fikira min ewê sibê jî usabe, çawa alîkî h’îmlî bona eşîya û qulixdarîyên me”.Ewî gotîye,wekî zêdaya êkonomîkî, bona nêzîkkirina r’eqema bilind, wê h’emû tişt bê kirinê, ku eşîyaên Ermenîtanê li sûkên der baş bêne r’aberkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button