Sîyasî

H’ukumata Herêma K’urdistanê înk’ar kirîye,wekî li Hewilêrê baza Îsraêlêye leşkerî heye

H’ukumata Herêma K’urdistanê înk’ar kirîye,wekî li Hewilêrê baza Îsraêlêye leşkerî heye. Derheqa wê yekêda pirêsa Îraqê bela kiribû û gotibû,wekî serk’arîya wê bazayê jî gênêraleke jin dike. R’oja şemîyê agêntîya Îraqêye Al Hayat Nyûsê e’lam kirîye,wekî lîdêrê Hêzbolahê Ak’ram Al K’abî gotîye,wekî li Hewilêrê baza Îsraêlêye leşkerî heye. Em bêjin,wekî k’oma K’abî p’areke H’eşid Aş Şaabîêye û ew ji ji alîyê Îranêda tê pişgirtinê. K’atibê prêssyaê, yê h’ukumata herêmê Cyûdîyar E’dil gotîye,wekî ew înformasîya ne anegorî r’astîyêye, li Hewilêrê baza Îsraêlêye leşkerî t’une. Bi gotina wî ev e’lametî propaganda sîyasîya bêcabdarîye û ew bona meremên şexsî tê kirinê.Em bêjin,wekî ev înformasîya piştî êrîşên li ser i’mbarên H’eşid Aş Şaabîyê hate belavkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button