CîhanSereke

N. P’şînyan: pirsgirêka Qerbag’ê nikarin t’enê bi r’îya dîplomatîyê, yan jî bi r’îya leşkerî başqe hildayî bidine h’elkirinê

Pirsgirêka Qerebag’ê nikarin t’enê bi r’îya dîplomatîyê yan jî bi r’îya leşkerî başqe hildayî bidine h’elkirinê. Pêwîste wekî hevk’arîya berfire hebe, merk’eza k’îjanêda ekonomîka qewat, civaka  zor û welatê bi têxnologîyava pêşk’eftî hebe. Derheqa wê yekêda wextê hevp’eyvîna t’evî “Nouvelle d’Arménie”-ê Nîkol P’aşînyanê serekwezîr gotîye. “Min îdî çendik-çend cara gotîye,wekî berne’ma me nava wê yekêdane, ku em bikaribin bidine k’ifşê,wekî em çawa cime’t yekbûyîne, çawa civak ewqasî t’ifaqin, çawa welat ewqasî qewatin, wekî şer’ê t’evî me bê fikire, çimkî r’îya t’ek-t’enê wê hema bink’etina wanabe.Em gerekê fe’m bikin,wekî pirsgirêka me heye û pirsgirêk ya me h’emûîyaye. Bêşik, h’elkirina pirsgirêkê hema pirsa h’ukumatê û serekwezîre e’wline. Ez dibînim,wekî k’arê min t’enê nava yekbûyîna h’emmiletîyêda nîne. Pirsa min ewe ku mecala sazkin, ku potênsîyala meye miletîyê bighîje hev û pêşda her’e”,-serekwezîr gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button