Cîhan

Îşê wezîrê Erenîstanêyî fînansayî berê Gagîk Xaçatryan şandine qulixdarîya bêqezîyabûna miletîyê

Îşê wezîrê Erenîstanêyî fînansayî berê  Gagîk Xaçatryan şandine qulixdarîya bêqezîyabûna miletîyê. Derheqa wê yekêda serwêra beşa p’êwendîyên t’evî civakê, ya meh’kema Ermenîstanêye sereke Arêvîk Xaçatryanê gotîye. Li qulixdarîya mexsûs anegorî qanûna Ermenîstanê, ya h’ejmara 38-a, Xaçatryan tê gunek’arkirinê. Zyana 8OO mîlîon dirama, ku gihîştîye dewletê, hatîye dasekinandinê. Nevsê r’esmîyî berê nava wê yekêda tê gunek’arkirinê, ku t’abîya xweye r’esmî û şexsê xwe daye xebatê. Kur’ê birayê wî, yê ku dîsa qulixa bilindda bûye, nava wê yekêda tê gunek’arkirinê.Qulixdarîya bêqezîyabûna miletîyê ew herdu jî êvara 27-ê t’ebaxê anîne merk’eza xwe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button