H’emû nûçe
Vîyan Sebrî: ew dicêr’ibînin guhar’tina bikine nava qanûna derheqa hilbijartinên Îraqêye cî
Parlamêntvana Îraqêye ji partîya K’urdistanêye Dêmokratîk Vîyan Sebrî nava e’lametîya xweda gotîye,wekî ew dicêr’ibînin nava qanûna derheqa hilbijartinên cîda guhar’tina bikin, çimkî xalên usa hene, yên ku zyanê didine mafê cime’ta k’urd. Ewê daye dîyarkirinê,wekî ew hazir dibin proêkta qanûna t’eze r’aberkin, ya ku wê t’evî partîyaên k’urdaye mayîn bê hazirkirinê.Parlamêntvana k’urd şirove kirîye,wekî p’areke qanûna niha zyanê dide mafê k’urda. Eger hilbijartinên Îraqêye cî bêyî r’astkirina vê qanûnê derbazbin, wî çaxî k’urdên ku bi mecbûrî ji neh’îyên K’urdistanê 16-ê cotmeha sala 2O17-a cîguhastî bûne, ew li ser têrîtorîyaên ku bin kontrola K’urdistanê derin, wê nikaribin dengê xwe bidin.