Cîhan

Girêdayî îşê K’oçaryanr’a, anegorî qirara meh’kema konstîtûsîon, nava îşê K’oçaryanda pirsa guhastinê nayê bilindkirinê: R’ûstam Badasyan

Qirara girêdayî îşê K’oçaryanr’a, ya meh’kema konstîtûsîon nikare pirsa guhar’tinê pêşda bik’işîne. Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî e’daletê R’ûstam Badasyan gotîye. Bi gotina wî her qirareke meh’kema konstîtûsîon gerekê e’se bê mîyaserkirinê. Çi ku derheqa wê pirsêdane, ku gelo nava encamên wê yekêda R’obêrt K’oçaryan gerekê aza bê berdanê, R’ûstam Badasyan gotîye,wekî du pirs hatine gotûbêjkirinê. “Feqet gerekê fikirên xwe pêşda nek’işînin, çimkî qirara meh’kemê hela hê bi t’emamî nehatîye belakirinê”,-wezîr gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button