Sîyasî

K’urd derheqa paşdahatina DAÎŞ-da e’şaretîyê didin

K’urd derheqa paşdahatina DAÎŞ-da e’şaretîyê didin. Şiroçîyê r’ûs Îgor Sûbbotîn derheqa wê yekêda nivîsîye. Fermandarê qewatên Sûrîaêye Dêmokratî Me’zûlm K’obanî e’lam kirîye,wekî DAÎŞ li Sûrîyaê careke mayîn pêşda tê. Qewatên Sûrîyaêye Dêmokratîk, p’ir’anîya k’îjana k’omên k’urdane, dighîjine 35 h’ezar merivî. Kanala têlêvîzîonêye CNN-ê r’agîhandîye,wekî pêşda qewatên amêrîkî ji hewê piştgirî didane qewatên Sûrîyaêye Dêmokratîk. Niha fermandarê qewatên Sûrîyaêye Dêmokratîk ner’ih’etîya xwe girêdayî wê yekêr’a e’lam dikin,wekî lazime bi deha h’ezara ç’ekdarên DAÎŞ-ye dîlk’etî xweykin. Ner’ih’etîya wî cûr’eyî usa jî nava leşkerên amêrîkîda heye.Bi gotina Me’zûlm K’obanî kurtkirina qewatên amêrîkîye li Sûrîyaê dikare xirab h’ukumî li ser wê yekê bike.Bi gotina wî şêwirmendên amêrîkîye leşkerîye li wir mayî, nikarin dijî DAÎŞ-ê şer’kin. Mazûlm K’obanî dibêje, wekî ŞAY gerekê borcdarîyên xweye li ber koalîsîonê biqedîne û kampanîya dijî DAÎŞ-ê bide dasekinandinê. “Eger amêrîkî borcdarîyên xwe neqedînin, ewê him bona me, him jî bona amêrîkîya wê xiravbe”,-Me’zlûm K’obanî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button