Wezîreta Ermenîstanêye p’arastinê qayîlnivîsara derheqa hevk’arîya Ermenîstnê û Libnanêye leşkerî r’aberî parlamêntê kirîye, bona îzbatkirinê. Derheqa wê yekêda wextê civîna parlamêntê cîgirê wezîrê p’arastinê Gabrîêl Balayan gotîye. Bi gotina wî qayîlnivîsar hevk’arîya berfire têr’a divine, ji senaya leşkerî destpêkirî h’etanî sporta leşkerî, dik’eve nava k’îjanê goveka ulm, lêk’olînê, doxtirîya leşkerî û usa jî şuxulk’arîya aşîtîp’arêzîyê.“Qayîlnivîsar girînge, bi h’esabhildana wê yekê, wekî li Libnanê k’oma aşîtîp’arêzên ermenî bin bandora Organîzeya Miletên Yekbûyîda mîsîya aşîtîp’arêzîyê mîyaser dike. Anegor qayîlnivîsarê usa jî hinek pirsên girêdayî wê yekêr’a tên qeydekirinê”,-Balayan gotîye. Cîgirê wezîr daye dîyarkirinê,wekî îzbatkirina qayîlnivîsarê dikare nava heleqetîyn ermenîya-libnanîaye leşkerîda bighîne dereceke nû.
Herwiha kontr’ol bike
Close