H’emû nûçe

Yêrêvanê qayîlîyê nede Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv bona endemtîya Adirbêcanê:R’ûbên R’ûbînyan

Ermenîstan dewleta serbixweye û bêyî berjewandîyên Ermenîstanê li Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv  nikarin qirara qebûlkin.Derheqa wê yekêda li civîna parlamênta Ermenîstanê derheqa guhastinên li Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv parlamêntvan R’ûbên R’ûbînyan e’lam kir. Ewî da k’ivşê, wekî li Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv dewletên hevalk’ar û welatên dîtindar wê îzinê bidine Ermenîstanê,wekî wextê xebatên t’eşkîldarîyê wan welata t’evkin, t’evbûna k’îjanaye li t’eşkîldarîyê wê ji alîyê Ermenîstanêda baş bê qîmetkirinê: “Adirbêcanê ne wê bibe hevalk’ar, ne jî çawa dîtindar, çimkî Ermenîstanê wê konsêsûsê r’azî neke”,-R’ûbînyan da k’ifşê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button