Şuxulk’arê sîyasîyî e’yan û serokê Partîya K’urdistanêyî Demokratîk Me’sûd Barzanî pêşk’eftina nava p’êwendîyên di navbera Hewlêrê û Beg’dayêda silav kiriye. Serokê K’urdistanêyî berê bi axaftina wî cûr’eyî wextê hevdîtina t’evî nevsên partîyaêye r’esmî gotîye. Ewî guman e’lam kirîye, wekî hevr’aqayîlbûnên di navbera Hewlêrê û Beg’dayêda wê bi r’îya dîyaloga e’dil bên h’elkirinê. Lîdêrê k’urd usa jî r’ola cime’ta K’urdistanê û şer’k’arên pêşmerge nava şer’k’arîya dijî DAÎŞ-êda bilind qîmet kirîye. «Em h’emû jî deyndarê pêşmergane, çimkî pêşmerga Kurdistan p’arastin”,- Barzanî gotîye.
Gotarên eynî
Herwiha kontr’ol bike
Close - Li Arsaxê her roj şaristanîya cîhanê tê tunekirin /wêne/19.04.2024, 15:45