Sîyasî

Spîkêra par’lamênta K’urdistanê:Pêwîste komîtêya t’evayî bona hazirkirina konstîtûsîayê sazkin

Seroka par’lamênta K’urdistanê Rêvaz Fayîkê e’lam kiriye, wekî Herêma K’urdistanê h’ewca Konstîtûsîyêye û bona hazirkirina wê pêwîste komîtêya t’evayî sazkin. “ Em gihîştine prosêsa usa, nava k’îjanêda gerekê Konstîtûsîya me hebe. Em gerekê komîtêya t’evayî sazkin, bona ku Konstîtûsîayê hazir bikin, bo ku hevr’aqayîlnebûn t’unebin”,-Fayîkê li ber r’ojnemevana li Hewlêrê gotiye.“Em piştgiriyê didine programa xebata hukumata Herêma K’urdistanê. Em h’esab dikin, wekî h’emû partîyayên sîyasî, yên ku hevk’arên kabînêta nûne, gerekê t’evî hazirkirina programên h’ukumatê bibin. Bona mîyaserkirina programa xebatê, par’lamênta K’urdistanê gerekê bingeha qanûnî sazke”,-spîkêra par’lamêntê daye zelalkirinê. « Piştgiriya h’emû partiyayên sîyasî mer’a lazime, yên ku programa xebata h’ukumatê dinivîsin. Em hîvîyêne, wekî ewê piştgiriya wî cûr’eyî bidin”, – ewê gotiye  û serda zêde kiriye, wekî h’emû gerekê nava vê prosêsêda bi hevr’a hevk’arbin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button