Sîyasî

Advokat bang dikin ku Salh’edîn Dêmîrt’aş ji we’de zûtir aza berdin

Li T’irk’îyaê advokata e’rze r’aber kirine, ku lîdêrê k’urd Salh’edîn Dêmîrt’aş aza berdin, yê ku îdî serê sê salaye li h’ebsêdaye.Kanîya înformasîone ji partîya Dêmokrasîya Gela r’agîhadîye,wekî advokatên Dêmîrt’aş r’oja çarşemê e’rze r’aber kirine, ku Salh’edîn Dêmîrt’aş ji we’de zûtir aza berdin. Dêmîrt’aş ji sala 2O16-da girtîye. Ewî bi qirareke cuda cezayê çar sala û h’eyşt meha stendîye.Em bêjin,wekî h’ukumata t’irka partîya Dêmokrasîya Gela h’esab dike çawa partîya nêzîkî PKK-ê, lê partîya Dêmokrasîya Gela wê yekê înk’ar dike. Polîsîya t’irka mijdara sala 2O16-a t’evî cêrge şuxulk’arên sîyasî Dêmîrt’aş girt. Nava têr’orîzmê û sêparatîzmêda gunek’ar dikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button