Wezîrê R’ûsîyaêyî k’arên der Sêrgêy Lvroa îzbat kirîye,wekî nava we’dê nêzîkda ewê her’e Îraqê û wê usa lî K’urdistanê biqeside.R’oja seredanêye konkrêt hela hê nehatîye îzbatkirinê. Cîgirê wezîrê R’ûsîyaêyî k’arên der Mîxayîl Bogdanov e’lam kirîye,wekî Lavrovê destpêka meha cotmehêda her’e Beg’dayê û K’urdistanê Îraqê. Cîgirê wezîrê Îraqêyî k’arên der Mûayêd Salih’ e’lam kiribû,wekî seredanê h’evtê cotmehê derbazbe. Sêrgêy Lavrov e’lam kirîye,wekî wextê hevr’axeberdanên li Îraqê pirsên navnet’ewî û yên herêmî wê bêne gotûbêjkirinê, xeberdlanê usa jî derheqa heleqetîyên dualîdabe.
Herwiha kontr’ol bike
Close