SerekeSîyasî

Me’sûd Brzanî û dêlêgasîya ŞAY-ye diplomatik p’êwendîyên Hewilêrê û Beg’dayê û pirsên neh’îyên hevr’aqayîlnekirî gotûbêj kirine

Lîdêrê k’urd û serokê partîya K’urdistanêyî Dêmokratîk r’oja çarşemê dêlêgasîya amêrîkîye diplomatik bi serk’arîya serokê mîsîya ŞAY-ye li Îraqê Brayan Makfîtêrs qebûl kirîye. Bi xeberdana derheqa qewimandinên van axirîyaye nava goveka bêqezîyabûnêda,Barzanî careke mayîn e’lam kirîe,wekî ew piştgitrîyê dide dîyaloga di navbera Hewilêrê û Beg’dayêda bona ku pirsên hevr’aqayîlnekirî bên h’elkirinê.Xeberdan derheqa têrîtorîyaên hevr’aqayîlnekirî, yên di navbera K’urdistanê û h’ukumata Îraqêye Fêdêralda çûye.Bi xeberdana derheqa DAÎŞ-da, Barzanî gotîye,wekî k’oma cîhadîsta bitn k’etîye, lê qezîya wêye li herêmê û li t’emamîya dinîyaê heye.H’alê li Sûrîyaê jî hatîye gotûbêjkirinê, derheqa k’îjanîda Me’sûd  Barzanî nereih’etîya xweye hindava k’urdên Sûrîyaêda daye dîyarkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button