Serokê parlamênta Ermenîstanê Arart Mîrzoyan r’astî dêlêgasîya bi serk’arîya cîgirê sedirê merk’eza “Şêwira Atlantî” Dêymon Wîlson hatîye. Serokê parlamêntê ew dîyaloga ku li Waşîngtonê destpê bibû, berdewam kirîye. Mêvana dane dîyarkirinê wekî him li merk’eza wanda, him li Kongirêsa ŞAY-ê h’ewask’arîya hindava şuxulk’arîyên dêmokratîke li Ermenîstanê mezine û bo wê yekê jî ew hatine Ermenîstanê, ku cîda nasîya xwe bidine werguhastinên ku tên mîyaserkirinê.Wextê r’asthatinê alîya t’evî gelek pirsa usa jî derheqa werguhastinên nava goveka h’iqûqîda û pirsgirêka Arsaxêda xeberdane. Dawîya gotûbêjkirinê, mêvana hazirî e’lam kirîye, ku li ŞAY şuxulk’arîyên li Ermenîstanê r’aberkin û piştgirîyê bidine k’ûrbûna -heleqetîyên ermenîya-amêrîkîya.
Gotarên eynî
Herwiha kontr’ol bike
Close