Sîyasî

Wek’îlê pêşmerga wê nava fermandarîya Îraqêye yekbûyîda hebe

Anegorî dokûmênta ji alîyê serekwezîrê Îraqê E’bdil Mahdîda îmzekirî, wek’îlê pêşmerga wê nava fermandarîya Îraqêye yekbûîye opêratîvîda hebe. E’bdil Mahdî, yê ku usa jî fermandarê qewatên Îraqêye serekeye, qirar qebûl kirîye, ku t’eşkîla fermandarîya yekbûyî biguhêr’e, anegorî k’îjanê wek’îlê pêşmerga jî wê navda hebe. E’bdil Emîr Yarala cîgirê serokê ştaba eskere. Qewatên pêşmerga nava h’incir’andina t’eşkîleta têr’orîstîye DAÎŞ-da r’oleke mezin lîstine. Nava wî şer’îda nêzîkî du h’ezar pêşmerge hatine kuştinê, h’eyşt h’ezar jî birîndar bûne, yan jî  unda bûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button