H’emû nûçe

Wezîretê soz daye ku h’emû ce’dandina bide xebatê bona ku pêşmergên bêser-berat’e undabûyî biger’in

Wezîreta K’urdistanêye pêşêmerga soz daye, ku h’emû ce’dandina bidine xebatê, bona ku derheqa yazîya bi deha pêşmergên bêser-berat’e undabûyî pê bih’esin.K’atibê wezîretêyî sereke Cebar Yavar gotîye,wekî malbetên pêşmergên şer’k’ar li wezîretê qesidîne, bona bang bikin, ku t’evî h’ukumata Îraqê endamên malbeta wana bibînin.Em bêjin,wekî wextê şer’ê t’evî DAÎŞ-ê bi deha pêşmerge ji alîyê cîhadîstada çawa dîl hatine hildanê. Bi gotina Cebar Yavar 42 şer’k’arên k’urd hela hê  çawa yên bê ser-berat’e undabûyî tên h’esabê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button