Sport

Wextê leca dinîyaêye giranîbilindkirinê neh sportsmên wê Ermenîstanê r’aberkin

Ji 18-a h’etanî 27-ê îlonê li T’aylandê leca dinîyaêye giranîbilindkirinê wê derbazbe. Wextê lecê neh sportsmên wê Ermenîstanê r’aberkin. Du k’omê hebin, ya mêra û ya jina. Dik’evine nava k’oma mêra Andranîk Karapêtyan, Hakob Mkrtçyan, Davît’ Hovhannîsyan, Samvêl Gasparyan, Sîmon Martîrosyan, Gor’ Mînasyan û R’ûbên Alêk’sanyan. Nava k’oma jinadanin Îzabêla Yaylyan û Tat’êv Hakobyan. Encamên vê lecê bona çûyîna olîmpîyada sala 2O2O-va girêdayîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button